Partiya Hevgirtina Gelê kurd li Sûriyê

    Hebûn û xebata vê Partiyê berdewama dîrokî ye ji destpêka peydabûna tevgera ramiyarî ( siyasî ) a kurdî li Sûriyê.

Di pêvajoya xebatê de bi desthelatên Dewletê re nav ji ber sedemên tektîkî û pêsvepirina rêbazên ramiyarî ve hatine guhertin ê. Li gor peyrewa (Nizam) navxweyî, qeydên dêmoqrasî û piraniya dengên endaman di kongireyan de çend caran nav û rêbaza Partî hatine guhertinê.

   Wek tê zanîn tenê guhertina navê Partî ê kevin û lêkirina navekî nû, nayê wê wateyê ku Partiyeke nû hatiye damezrandin ê. Tevî ku navê Partî hatiye guhertin jî, lê ew berdewama rêxistinî û dîrokî ye ji a berê re, ji roja damezrandinê ve; û em dikarin bêjin, ku hîn ji berî wê ve jî, ji damezrandina tevgera –Xweybûn– ve bi serokatiya Mîr Celadet Bedirxan û rêxistinên çandî û ramiyarî ên di pey wê re hatina peydakirinê .

 1-     Cara yekem Partiya Dêmoqrat a Kurdistanî li Sûriyê di 05/08/1957 an de hate damezrandin.

2-     Di sala 1958 an de navê Partî hate guhertinê û bû “ Partiya Dêmoqrat a kurdî li Sûriyê “.

3-     Di 5 î Tebaxa 1965 an de li ser biryara ( Konferansê Tebaxê ) navê Partî hate guhertin û bû “ Partiya Dêmoqratî kurdî a çep li Sûriyê “.

4-     Di 5 î Tebaxa 1980 î de li ser biryara kongireya gistî a pêncemîn navê Partî dîsan hate guhertin û bû “ Partiya Hevgirtina Gelê kurd li Sûriyê “ û tanî roja îro jî bi vî navî xebata xwe di domîne.

 

Kongireyên Partî :

 

1-     Kongirê yekem  5.08.1957. Ew kongireyê damezrandinê bû û tê de xweda lê xwes Dr. Nûredîn Zaza wek serok hate helbijartin ê û xweda lê xwes Osman sebrî wek sekretêr.

2-     ( Konferansê Tebaxê sala 1965 an pêk hat û tê de yekem projeya rêbaza siyasî a Partî hate danîn ).

3-     Kongireyê duyem 20.07.1966. Tê de rêbaza siyasî hate pejrandin ( qebulkirin ) û xweda lê xwes Osman Sebrî wek sekretêrê Partî hate helbijartin ê.

4-     ( Konferansê gistî di 15.10.1969 an de pêk hat û têde Selah Bedreddîn wek sekretêrê Partî hate helbijartin ê ).

5-     Kongireyê sêyem 20.12.1973. Tê de rêbazeke nû li ser avakirina ( Enya nistimanî a kurdî li Sûriyê ) hate danîn û ji nûve Selah Bedreddîn wek sekretêrê gistî hate helbijartin ê. Ew tanî vê rojê jî berpirsyariya wê dike.

6-     Kongireyê çarem 10.01.1975. Tê de helwêsta ( mewqif ) siyasî eskira û zelal beramberî pirsa kurdî bi gistî hate standin.

7-     Kongireyê pêncem 5.08.1980. Tê de rêbazeke nû hate danîn û pîlanek bo danîna têkiliyên siyasî li ser sewiya Sûrî û Navnetewî hate pejirandin; herweha biryara berverehkirina karê ragehandinê, nemaze li Lubnan ê hate standin.

8-     Kongireyê sesem 20.09.1987. Deqa biryarên wê danîna rêbazeke nû ji bo Partî, û herwise jî belavkirina hin bername û helwêstan li ser pirsên ramanî ( fikrî ), rêxistinî, ramyarî û pêserojê.

9-     Kongireyê heftem 15.09.1992. Tistê herî giring ku tê de hate standin ê: danîna pîlanên xebatê pêsberî dafkên desthelatên Sûriyê û projeyên wê yên sofînî dijî kurdan.

10-Kongireyê hestem sala 1997 an pêk hat û tê de rêbazeke nû hate danîn û hin xalên peyrewa navxweyî hatine guhertinê; û her weha cihê ( post, mensib ) sekretêrê komîta nawendî hate nûjenkirin.

11-Kongireyê nehem di dawiya sibata 2001 an de pêk hat; tê de hin xalên peyrewa navxweyî hatine serrastkirin, biryarkirina “ projeya yekîtiya tevgera nistimanî a kuirdî li Sûriyê “, bi hêzkirin û pêsvebirina HEVBENDî ya dêmoqrat a kurdî wek hewldanek dawi. Ji bilî wan jî heval Selah Bedreddîn wek serokê Partî hate helbijartin.

 

Rewsa qanûnî ( zakonî ) a Partî :

 

Li gor qanûn û desturên Sûriyê ew partiyeke qedexe ye, xebata wê nehînî ( dizî ) ye, berpirsyar, endam û layingerên wê berdewam têne girtin û dikevin zindanan de; wek nimûne: Serokê wê ê berê Dr. Nûredîn Zaza gelek caran hatibû girtin û mafên sivîl jê hatibûn standin; herwise sekretêrê wê ê berê Osman Sebrî zêtetir ji 12 caran hatibû zindankirin û carekê jî ew sirgunê kendava “ Medexesqer “ kiribûn; herweha serokê wê ê niha jî Selah Bedreddîn hatibû girtin û zindankirin û  hemû mafên wî yên sivîl jê hatine standin û tanî roja îro jî ew terkewelat bû ye û vegera wî qedexe ye.

Ji roja ku Partî hatiye damezrandin ê û tanî îro zêdetir ji 11 hezaran kurd ji ber sedemên siyasî û endametiya partiyan ve hatine girtin û zindankirin; heger em sedemên Netewî jî lê zêde bikin, tanî îro nêzîkî ( 53 ) hezar hatine girtin; her ji bo eynî sedeman (17) mirov ji mafên xwe yên sivîl mane bê par; û zêdetir ji (150) hezar mirvên kurd nasnama ( nifûs ) sûrî ji wan hatiye standin ( ew di welatê xwe de wek biyanî têne hejmartin ); û her ji bo sedemên jorîn, nêzîkî (200) hezar kurd ji cihê karê wan derxistine yan jî li gor xwendina wan ew qebûl ne kirine?!

 

Ji armancên Partî :

 

1-     Rakirina zordestiya netewyî û nejadperistî ji ser kurdan û azadkirina hemû girtiyên siyasî ji zindanan.

2-     Pejrandina mafê çarenûs ji bo gelê kurd li Sûriyê, ê ku hejmara wî 2,5 Miliyone ( 15 % ji hejmara Sûrî a gistî ye ) û bi destxistina mafên ramiyarî, çandî û civakî.

3-     Pêkanîna dêmoqrasiyê li timamiya Sûriyê û rêzgirtin li mafê mirovan û azadkirina hemû girtiyên siyasî. Herweha peydakirina azadiyên bingehîn û rakirina hemû zakon û qeydên awarte ( istisnaa ) nemaze ji navçeyên kurdî.

4-     Bi cihanîna helbijartinên dêmoqratîk li jêr çavdêriya rêxistinên Navneteweyî; herweha pêkanîna rêfêrêndom ê ( dengdanê, istîftaa ) di nav kurdan de li ser rews û çarenûsa wan di pêserojê de, û hûnandina destûreke nû ji bo welat, ku tê de hebûna kurdan û civaka pirrnetew, çand û siyasî were pejirandin.

5-     Azadiya aborî, parastina mafê çînên feqîr û belengaz û pêkanîna wekhevî û edaletê.

6-     Pejrandina mefê çarenûs ji bo gelê kurd bi gistî û pistgirya xebata wan a rewa li Tirkiyê, Iranê û Iraqê.

7-     Rabûna Sûriyê bi rola astiyê di Rojhelata Navîn de, bê ku destê xwe dirêjî nakokiyên navxweyî ê welat û gelê cînar bike, nemaze Lubnan û Felestîn.

8-     Mêtoda bingehîn di xebata Partî de ji bo pêkanîna armancên xwe: karê siyasî, gelêrî û dêmoqrasî ye; û çareserkirina pirsa kurdî bi rê ya gift û goyên-astî.

 

Rêkxistina Derve :

 

Ew rêkxistina ser bi Partî ye û xebata xwe di nav kurdên Sûriyê de li        ( Europa, Emerîka û Australiya ) dike. Ji bilî erkên siyasî û rêkxistinî, Rêkxistina derve salê carekê kongirê xwe li dar dixe û komîteyeke bi rêvebir serkêsiya wê dike li ( Pragê-czech Repuplikê ) û kovareke pêryodîk bi kurdî û erebî, û kurtiya wê bi elemanî bi navê ( Hevgirtin – Al-îtîhad ) di wesîne. 

 

  Amadekirina                     

 Rêkxistina Derve ya

Partiya Hevgirtina Gelê kurd li Sûriyê

 

WebZdarma.cz